PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema ku Îbrahîm Reîsî bû serokê nû yê Îranê, peyama pîrozbahiyê bo wî şand. Barzanî, Reîsî pîroz kir û di xebatên wî de jê re serkeftinê xwest.
Neçîrvan Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku di dewra Reîsî de, di navbera Îran, Herêma Kurdistanê û Iraqê de pêwendiyên wan baştir bin, cîrantiya wan baş be û têkiliyên wan li ser berjewendiyên her dû aliyan xurttir bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got bo îstîqrara herêmê, divê Hewlêr û Bexda li ser mafên hevpar bi Tehranê re bixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin