PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wesayîteke zirxî ya artêşa Tirkiyê li nava bajarokê Raco yê Efrînê li kesekî sivîl xist û di encamê de wî kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî ragihandina çavkaniyê xwecihî, wesayîta zirxî ya artêşa Tirkiyê îro 20ê Hezîranê roja Duşemê li ber baregeha Polîsê Leşkerî yê bajaroka Racoyê li welatiyekî bi navê Reşîd Mihik xist.
Welatiyê bi navê Reşîd Mihik piştî pêlkirina wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.
Hatiye diyarkirin ku Mihik ji gundê Hac Xelîl e û dikaneke wî li nêzîkî baregeha Polîsê Leşkerî yêa bajarokê Raco heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin