Nêçîrvan Barzanî û Selahadîn Baheadîn rewşa hestiyar a herêmê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Selahadîn Baheadîn rewşa hestiyar a herêmê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û geşedanên dawî yên deverê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Pêşncşemê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn re civiya û rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û pêşketinên dawî yên deverê nîqaş kirin.

Hate diyarkirin ku her du alî hevnerîn bûn li ser hestiyariya qonaxê û xeteriyên gurbûna şer li deverê ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekrêz û teba bin, da ku bi hev re rûbirûyî qebxwaziyan bibin û qewareya federalî û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî got ku, wekî her car dê li ser bizavên xwe yên ji bo lihevnêzîkkirina aliyan û parastina yekrêziyê berdewam be, da ku Herêma Kurdistanê bi aramî û tenahî ji vê qonaxa hestiyar derbas bibe.

Di beşeke din a civînê de behsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê hat kirin.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê destxweşî li hewldanên berdewam ên Serokê Herêma Kurdistanê ji bo parastina aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê kir û rola wî di vî warî de girîngî nirxand.