PeyamaKurd – Li gor rapora Neteweyên Yekgirtî; li Îranê di nav 3 mehên ewilî yên salê de, 105 kesan didardekir. Rapor ji aliyê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres de hat amadekirin. Piraniya kesên hatin dardekirin, ji grûbên kêmnetewe ne an ku ji milletên din yên Îranê ne.
Ji bilî milletê desthilatê Îranê Farsan, li nav sînorê îro yê Îranê Kurd, Azerî, Belûcî, Ereb û hin kêmneteweyên din dijîn. Li bajarê Cenewreyê li ser raporê, li ber Konseya Mafên Mirovan, cîgirê komserê bilind yê NY Nada Al-Naşif, di dardekirinên Îranê şermezar kir û weha got:
“Sekreterê giştî yê NY sûcên maddeyên hişbir jî di nav de, ji zêdebûna didardekirina mirovan li Îranê endîşe dike. Li Îranê sûcên ku îdamê heq nakin jî, kesên wan sûcan kirine ji ber ku darazekî dadwerî nayê kirin, tên îdamkirin.
Di meha adara borî de, ji sûcdariyên maddeyên hişbir 52 kesên ku bi cezayê îdamê hatine cezakirin, wan birine zîndana bajarê Şîrazê û li benda dardekirina xwe ne.”
Cîgirê nûnerê Îranê yê li NY Mehdi Ali Abadi jî ragihand ku welatên Rojava ji bo Îranê sûcdar bikin raporê dane NY û rapora wan ne raste û bê bingehe.
Li gor raporên rêxistinên sîvîl yên civakî; li Îranê di sala 2020 an de 260 kes, di sala 2021 ê de 14 ji wan jin bi temamî 310 kes hatine îdamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin