Efrîn | Komên çekdar peykerê ‘Kawayê Hesinkar’ hilwesand

Efrîn | Komên çekdar peykerê ‘Kawayê Hesinkar’ hilwesand

PeyamaKurd – Komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, peykerê Kawayê Hesinkar ê sembola Kurdan li Efrînê ruxand.

Hate ragihandin ku çekdaran peykerê li navenda bajarê Efrîn a ku ji sala 2018an ve ji aliyê Tirkiye û komên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, hilweşandin.

Hate zanîn ku li şûna peykerê Kawayê Hesinkar, sembola operasyona Tirkiyê ya dagirkirina Efrînê ya bi navê ‘Şaxê Zeytûnê’ hate danîn.

Beriya niha jî navê meydana Azadiyê ya Efrînê bi navê Meydana Ataturk û navê Kolana Newrozê jî bi navê Selahaddîn Eyyûbî hatibû guherandin.

Herwiha li Efrînê gelek navên din jî hatine guhertin û wêneyên serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatine danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin