PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 64 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 9ê Sibatê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 64 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 28 kes li Hewlêrê, 17 kes li Silêmaniyê, 16 kes li Duhokê û 3 kes jî li Germiyanê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku 2 kesan li Duhokê û kesekî j3i li Silêmaniyê ji ber vîrûsa Koronayê can daye û 111 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî yên Covid-19 li Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 106591 kes.
Mirin: 3492 kes.
Başbûn: 101803 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin