PeyamaKurd – Karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, şevê din ji ser Başûrê Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Li gorî çavkaniyeke herêmê karwana hevpeymaniyê ku ji alav û amûrên leşkerî pêk dihat, ji ser dergehê el-Welîd şevê din bo Rojavayê Kurdistanê hat derbaskirin.
Hat diyarkirin ku karwana leşkerî ye hevpeymaniyê ji 40 wesayîtan pêk dihat û piştî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû gihîşt baregeha hevpeymaniyê ya li Hesekê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin