PeyamaKurd- Di 27 ê hezîranê de li ser Gol a Wanê tekneya ku penaberan dibir, noqav bûbû û di encamê de temamên kesên di tekneyê de bûn, ji wan ti agahî nedihat sitendin. Piştî ciyê ku tekne lê noqav bûbû hat tesbîtkirin, lêgerîna bo cesedên penaberan hat kirin.
Li gor ragihandina xelkê, di tekneyê de 100 kes hebûne lê wezîrê karên hundir Suleyman Soylu, jimarê texmînî li dora 60 kesan ragihandibû. Di teknê de Afxanî, Pakistanî û Bangladeşî hebûn. 32 cesedên ku heya niha hatin derxistin, bo otopsiyê şandine Tib a Edlî ya bajarê Wanê.
Li gor ragihandina parêzgeha Wanê, li ser bûyerê, hêzên asayîşê hefteya borî 5 kesan girtibûn, 2 kes di bin çav de bûn û li 17 kesan jî digeriyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin