PeyamaKurd – Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser nûçeya medya Amerîkî ya îdiaya kirîna vîlayekê daxuyanî da û got, ew nûçe bi timî derew e.
Demek berê malpereke Amerîkî îdia kiribû ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Amerîka vîlayeke bi 47 milyon dolaran ji xwe re kiriye.
Nivîsgeha Serokwezîr ragihand ku tiştek wiha nebûye û nûçeya wê malpera Amerîkî derew e.
Nivîsgeha Serokwezîr wiha got: “Mixabin hinek malper û dezgehên medyayî yên Kurdistanê jî perr û bask dane wê nûçeya derew û ew nûçe belav kirine. Em wan nûçeyan red dikin û dê li dijî wan malper û çavkaniyan jî rêkên hiqûqî bidin pêşiya xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin