PeyamaKurd- Li Kurdistanê li bajarê Meletiyê 4 xuşkên Îranî ketin ava bendava Karakayayê da xwe hînik bikin lê hindik mabû ku her 4 xuşk bifetisin. Kesên der û dor hatin hawara wan û 3 xuikan ji fetsandinê rizgarkirin lê xuşka bi navê Yasemîm a 10 salî di ava bendavê de fetisî.
Ava bendava Feratê digihê heya texma bajarê Meletiyê û xelk dikeve avê da xwe hînik bike. Lê mixabin malbata Îranî nikjaribû tê de melêbatiyê bike. Keça ku di avê de fetisî Yasemîn Amerîkahalî û yên rizgar bûn Rana, Mariya û xuşka dinê navê wê nehat hînkirin.
Li ser agahiyê tîmên şaredariya mezin yên noqavê û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Piştî 30 deqeyan tîmên noqavê karibûn xwe bigihînin cesedê keça bi navê Yasemîn. Cesed hat şandin bo tibba edlî ya Meletiyê. Her sê xuşkên din bo tedawiyê hatin birin bo nexweşxanê. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin