Li ber avahiya saredariyê çalakiya rûnistinê hat destpêkirin

Li ber avahiya saredariyê çalakiya rûnistinê hat destpêkirin

PeyamaKurd - Parlamenter, şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDPê ku dixwestin li dijî destdanîna ser şaredariyan daxuyaniya çapemeniyê bidin û ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçandin, li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Li bajarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman bo şaredariyan îro jî berdewam dikin.

Parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDPê yên ku xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, rastî dorpêça polîsan hatin û girseyê di bin dorpêça polîsan de, dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 19ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirbû ku ev 3 roj in çalakiyên protestoyî li dijî vê biryarê berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin