PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Sibatê li Selahaddîn pêşwaziya şandeke hevbeş ya Parêzger û Cîgirên Parêzgerên Parêzgehên Nînowa, Kerkûk, Bexda, Enbar, Dîwaniye, Zîqar, Selaheddîn, Wast, Mîsan, Necef, Kerbela, Besra, Diyalî, Musenna û Hewlêrê kir.
Li gorî daxuyaniya piştî civînê hatiye belavkirin, di hevdîtinê de Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr Sebah El Dilêmî Wezîrê Plandanana Iraqê jî amade bûn û şanda mêhvan pêzanînên xwe ji bo aramî û geşbûn û pêşketinên Herêma Kurdistanê hebû û daxwaz kirin ku ezmûna serketî ya Herêmê ji bo parêzgehên din ên Iraqê jî bê veguhestin.
Herwiha parêzgaran spasî gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê kirin ku di dema êrîşa terorîstan û li rojên dijwar da bûne penageha sedan hezar koçberên Iraqê. Amadebûyên civînê pesnê rola dîrokiya Serok Barzanî dan û ji bilî wê yekê balkişandin li ser qeyrana niha ya Iraqê û daxwaz kirin ku Serok Barzanî roleke xwe ya bi bandor li çareserkirina kêşeyên Iraqê û vegerandina aramî û hêviya Iraqê de hebê.
Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civinê kir û dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê rewşa siyasiya Iraqê xiste rû û ronahî jî xiste ser wan sedeman ku qeyran û kêşeyên niha yên Iraqê pêk hatine.
Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser ezmûna serketî ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku eger li Iraqê aştevayî ya rastîn bihata peyrew kirin û hemû aliyek pabendî destûrê ban, niha Iraq di rewşeke baştir de dibû.
Di berdewema axaftina xwe de Serok Barzanî tekezî li ser çanda lêborînî û pêkvejiyana di navbera pêkhatên Iraqê kir û di derbarê peywendiyên di navbera Herêm û parêzgehên Iraqê piştevaniya xwe ya tevahî ji bo pêşxistina wan peywendiyan û karê hevbeş li warê geşepêdan û avadankirina wan de ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin