PDKê bi daxuyeniyekê bersiveke tund da Dûran Kalkan

PDKê bi daxuyeniyekê bersiveke tund da Dûran Kalkan

PeyamaKurd – Di derbarê tohmeta Dûran Kalkan a li PDKê kiribû de, Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva Dûran Kalkan da û ragihand: “Hûn ku heta niha jî bi ferhenga Kurdî naaxivin, heta zimanê Kurdî jî hîn nebûne, ji me re nabêjin çima bi navê Kurdan diaxivin û ji bo çi li vir in?”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bi sernavê "Bersivek bo Dûran Kalkan û rûnixumandiyên PKKê.. Çîrokên we yên wehmî nîşaneya îflasa siyasî ye" daxuyaniyek belav kir û got: “Piştî ku Cemîl Bayik û Besê Hozat, hevserokên KCKê, di tohmetbarkirina Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serkeftî nebû û helmeta ragihandinên wan têk çû, vê carê Dûran Kalkan û tîmeke PKKê, şanoyeke din dilîzin bi tohmetbarkirin û gotinên nelicih di derheqê Partiya Demokrat a Kurdistanê de. Kêşeya vê tîma PKKê ew e ku di nav jîngeha wehmê de xerq bûne.”

Herwiha Dezgehê diyar kir: “Evana bi her cûre destkefteke siyasî ku Kurdan li herêmê tomar kiriye, gelek qels in, an her derfetek bo pêşxistina pirsa Kurd hatibe pêş, li dijî vê pirsê tevgeriyane.. Loma vê carê jî ji bo nixumandina rabirdûya xwe, dixwazin xwe têxin nav serobinkirina dîroka herêmê û bi bêhêviyeke mezin dest bi hinek daxuyaniyên nelicih kirine, ku daxuyaniyên bi vî rengî her ji aliyê vê tîmê ve tê weşandin.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ew baş dizanin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) weke partiyeke cemawerî û meydanî di têkoşîna siyasî de û di dîroka herêmê de jî, xwedî tomar û rûpelên birûmet ên herî mezin ên Kurdistanê ye. Loma em li vir ji Dûran Kalkan û tîma rûnixumandî re dibêjin; di edebiyata PDKê de serweriya gel, têkoşîn û berxwedana ji bo Kurd û Kurdistanê bi berdewamî di nava PDKê de bi dest ket.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê ji Dûran Kalkan dipirse: “Hûn ku heta niha jî bi ferhenga Kurdî naaxivin, heta zimanê Kurdî jî hîn nebûne, ji me re nabêjin çima bi navê Kurdan diaxivin û ji bo çi li vir in?”

Dezgehê di daxuyaniya xwe de bal dikşîne ser sala 1983an û dibêje: “Bînin bîra xwe ku we di beyannameya xwe ya navxweyî de, ji çend xelkên ser sînorî re digot, li ser sînoran pirsgirêk derxin ligel Tirkiyê, da ku artêşa Tirkiyê were nav Kurdistanê û baregehên PDKê û partiyên din ji holê rake û pişt re dema artêşa Tirkiyê vekişe, PKK dewsa wan bigre, ev e endezyariya şer û alîkarîkirina artêşa Tirkiyê û tevgera ligel wan.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “PDK serfiraz e ku bi dehan salan serkirdetî û pêşengiya tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê kiriye û ji bo vê bi hezaran şehîd pêşkêşî gel û neteweya xwe kirine.”

Dezgehê balê dikşîne ser sedema hebûna artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê û dibêje: “Eger çend baregehên Tirkiyê li Herêmê hebin, çend cih dagir kiribin, hûn sedema rakişandina Tirkiyê û vê dagirkeriyê ne. Ji bilî vê jî, we bi xwe bi sedan gund û dever dagir kirine, ne jê vedigerin xelkê wan deveran bi aramî bijîn, ne jî rê didin Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetguzarî bigihîne wan deveran.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê rexne li pratîka PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê jî digre û dibêje: “Li Rojavayê Kurdistanê, bi şahidiya xelkê Rojava, diyar e ku rola we ya têkder sînorê xwe biriye heta ku derê. Revandina keç û xortên xelkê, zindanîkirin û êrîşkirina li ser xwepêşandanên xelkê Rojava, ku di dema Newroz û boneyan de dikirin, dagirtin û şewitandina Ala pîroz a Kurdistanê û pişt re daliqandina wêne û peykerê rejîma Sûriyê, ji niha ve em dibînin li Rojavayê Kurdistanê ji ber karên we yên têkder, rewatiya we di nav xelkê xwe de ku berê li cem we bûn, nemaye.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “We ji bîr kiriye ku çûna Pêşmerge bo rojavayê Kurdistanê û parastina Kobaniyê xala werçerxan bû û hevsengiya hêzê guhert û DAIŞ hat têkbirin û piştre jî li Herêma Kurdistanê Pêşmerge efsaneya DAIŞê bi temamî têk bir.

Herwiha Dezgehê diyar kir: “Niha ENKS û TEV-DEM, tevî destwerdana we di danûstandinê de, ew dikarin li ser bingeha rêkeftinên Duhok û Hewlêrê bigihin encamên dilxweşker, ku sûda wê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê û temamê pirsa Kurd heye.”

Derbarê Bakurê Kurdistanê de jî Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê destnîşan dike: “Ev belge bes e ku xelkê Bakur li ser ekranên televîzyonan hawar dikirin ku PKK ji bo wan êş û jan aniye û we ligel pirsa Kurd derew kiriye û derfeta aştiyê têk birine.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin