PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov bi heyetekî qelebalx ve çû payîtexta Azerbeycanê Bakuyê û encama hevdîtina bi Paşinyan re bi zelalî beyan kir. Lavrov got ku serokkomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan û serokwezîr Nîkol Paşinyan ragihandine ku wê bi peymana Qerebaxê ve girêdayî bin. Lavrov weha got:
“Ev beyan, nahêle ku ji hundir an ji derveyê welat de gumanekî jê bêkirin. Serok û serokwezîrê Ermenistanê gotin ku beyanên wan bo çarserkirina mijarên ciddî û jiyana mirovan alîkariyê dike. Wan beyan kirin ku di dahatûyê de jî dê girêdayê peymanê bimînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin