PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyameke nivîskî pîrozbahî li Qubad Talebanî kir ku îro di kabîneya hikûmeta nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de weke Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê bawerî ji parlamentoyê wergirtiye.
Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe bo kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kir û hêviya serkeftinê di erka wî de ji Qûbad Talabanî re xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Piştrastim hûn dê hertim bi dilsozî û bi hestê berpirsyariyê xizmeta Kurdistanê bikin û erk û karên xwe cîbicî bikin.”
Birêz Qubad Talebanî,
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Silav û rêz..
Bi helkevta ku we weke Cîgirê Serokwezîrê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Parlamentoya Kurdistanê bawerî wergirtiye, bi germî pîrzobahiyê li we dikim. Hêviya serkeftinê ji we û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dixwazim.
Kêfxweş bûm ku me di maweya çend salên bihorî de, di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi hev re kar kir. Piştrastim ku weke hertim hûn dê bi dilsozî û bi hestê berpirsyariyê xizmeta Kurdistanê bikin û erk û karên xwe cîbicî bikin.
Weke Serokê Herêma Kurdistanê, dê berdewam bim li ser piştevanî û hevkariya we, ji bo serkeftina we di kabîneya nû de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin