PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, ewê li dû pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de wenda bûne, bigerin ji ber wê jî bila malbatên wan pêşmergeyan arxeyîn bin.
Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer got, beşek ji malbatên wan pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de wenda bûne, serdana Dîwana Wezareta Pêşmerge kirin û daxwaz kirin pêşmergeyên ku wenda bûne, bên dîtin.
Cebar Yawer her wiha got, me jî pêşwaziya wan kir û me ew arxeyîn kirin ku emê li wan pêşmergeyan bigerin. Me hevxemiya xwe bo malbatên wan pêşmergeyan nîşan da û me ji wan re got, çi ji destê me were emê bikin. Bi gotina wî berpirsê Wezareta Pêşmerge, hejmara wan pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de wenda bûne, 42 kes in.
Li gorî agahiyan, piraniya wan pêşmergeyên ku wenda bûne, ji aliyê DAIŞê ve dîl hatine girtin lê heta niha nayê zanîn ka hîn di destê DAIŞê de ne yan jî hatine şehîdkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin