Nêçîrvan Barzanî ji Xamaneyî re sersaxî xwest

Nêçîrvan Barzanî ji Xamaneyî re sersaxî xwest

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî sersaxî li Rêberê Îranê Ayetullah Xamaneyî kir û got ku “Sulêymanî di şerê dijî dîktatoriyê de ligel me bû û herwiha di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de piştevaniya me dikir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî nameyek ji Serokê Îranê Ayetullah Xamaneyî re şand û te dê sersaxî li wî kir. Barzanî dibêje kuştina Qasim Sulêymanî li ba xelk Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê cihê nîgeraniyê.

Di nameya xwe de Barzanî gotiye: “Birêz Sulêymanî di şerê li dijî dîktatoriyê de ligel me dost bû û di şerê di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de piştevaniya me dikir. Bi şêweyekê ku çend caran ji aliyê hemû berprisên Iraq û herêmê ve rêz li zehmet û fedakariyên wî hatine girtin.”

Barzanî herwiha anî ziman ku ew bi navê xwe û xelkê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Rêberê Îranê Ayetullah Xamaneyî dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin