PeyamaKurd - Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî ragihand, Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump ku îro 20ê Çile piştî têkçûna hilbijartinê seroktiyê dewrî Joe Biden dike, bi şêwirmendên xwe re ser avakirina partîyeke nû axiviye.
Li gorî nûçeya WSJê ku bi zimanê hin jêderên ji danûstandinên şêwirmendên Trump agahdarin diyar kiriye ku navê partiya nû jî "Partîya Welatperwer" e.
Li gor nûçeya WSJê ku Koşka Spî ti agahiyek belav nekiriye, ji bo avakirina partiyeke sîyasî ya nû dem û diraveke pir divê û hîn nayê zanîn bê Trump di vê mijarê de çiqas cidî ye.
Serokê Komariyên li Civata Senatoran Mitch McConnel doh di axaftina pêşî ya li senatoyê de Trump bi şandina alîgirên xwe bi ser avahiya kongreyê de tawanbar kiribû û ji wan kesên êrîşkar re gotibû ew ‘çete’ ne.
McConnel gotibû, Donald Trump û hin kesên din yên hêzdar bi derewan ketine serê çeteyan û ew şandine bi ser avahiya kongreyê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin