PeyamaKurd- Partiyeka nû ya ku serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu û hevalên xwe li ser damezrandina wê xebatê dikirin bi navê “Geklecek Partisi” an ku bi Kurdiya wê “Partiya Dahatû” bi awayeka fermî seredana xwe bo wezareta karên hundir ya Tirkiyê kirin. Seredana avakirina partiyê ji aliyê heyeta ku ji Ayhan Sefer Üstün, Selçuk Özdağ, Feramuz Üstün, İzzettin Küçük, Yeşim Karadağ û Nedim Yamalı pêkdihat de hat kirin. Dema heyet ji wezaretê derket li ser navê heyetê Ayhan Sefer Üstün ragihand ku wan pêvajoya avakirina partiya xwe temam kirine û weha got:
“Piştî vê sietê damezrandina partiya me temam bû. Bo welat û milletê me bi xêr be. Me belga xwe ya seredanê sitend û niha em fermîne. Me bo siyaseta Tirkiyê partiyekî da qezenckirin. Em ê bilez dewam bikin da partiya xwe avabikin. Em ê sibê civîna danasîna partiya xwe bikin. Em ê damezrêneran, amblem, rêzikname û bernameya xwe bidin nasîn. Em ê sibê tev bi hevre bibînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin