Îranê li Urmiyê cezaya îdamê da girtiyekî Kurd

Îranê li Urmiyê cezaya îdamê da girtiyekî Kurd

PeyamaKurd – Dewleta Îranê li Urmiyê yê bajarê Rojhilata Kurdistanê, cezaya îdamê da girtiyekî siyasî yê Kurd.

Li gor Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand, dadgeha bajarê Urmiyê cezaya îdamê da girtiyê siyasî yê kurd Mihyedîn Tazewarid.

Li gorî agahiyan, girtiyê Kurd Mihyedîn Tazewarid, di payîza sala 2018an de, bi tohmeta endamtiya komên selefî de hatibû girtin û bi heman tohmetê jî bi îdamê hat mehkûmkirin.

Mihyedîn Tazewarid xelkê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ye û niha di girtîgeha Urmiyê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin