Rêbwar Talabanî: Tistên walî di yek salekî de kir, Saddam di 35 salan de nekir

Rêbwar Talabanî: Tistên walî di yek salekî de kir, Saddam di 35 salan de nekir

PeyamaKurd- Serokê meclisa bajarê Kerkûkê Rêbwar Talabanî bi komîsyona herêmên Kurdan yên ku di derveyê rêvebiriya Kurdistanê de mane, hat cem hev. Piştî civînê serokê komîsyonê Ciwan Mihemmed Ûnis û Rêbwar Talabanî bi hevre derketin ber çapemeniyê.

Serokê meclisa Kerkûkê Rêbwar Tabanî bo çapemeniyê ragihand ku li Kerkûkê erebkirin û zilma ser Kurdan dewam dike û parêzgerê tayînkirî Rakan Cibûrî, tiştên ku kiriye Saddam Huseyîn di 35 salan de nekiriye.

Ciwan Mihemmed di civîna çapemeniyê de weha got: “Rêbwar Talabanî di çarçoveya demokrasiyê de, bo serokatiya meclisa Kerkûkê hatiye hilbijartin. Bo komîsyona me, di derbarê pêşdeçûnên Kerkûkê û civaka wê de agahiyên girîng da me. Di civînê de em li ser mijarên girîng axifîn. Ew babetên ku Talabanî bo me got, em difikirin di pêşde bigrin nav bernameya xwe.”

Rêbwar Talabanî jî li ser mijarê weha ragihand: “Komîsyona herêmên ku di derveyê rêvebiriya Kurdistanê de mane, xebatên aktîv û girîng dikin. Em ji wan razîne. Xelkê herêmê û bi taybetî xelkê Kerkûkê halê wan nexweşe û gelek krîtîke. Hêviya xelkê, di avêtina gavên hukumeta herêma Kurdistanê de ye. Çi ji destê min were ez dixwazim bikim.”

Talabanî got ku divê hukumeta herêma Kurdistanê, parlemento û komîsyon bo ew zilm û tadeyên ku li xelkê di herêmên di derveyê rêvebiriya Kurdistanê de dimînin tên kirin, li wan bergiriyê bikin û bikevin nava tevgerê. Talabanî weha dewam kir:

“Rastiya meselê ew e ku xelkê Kerkûkê gihaye asteka xesas. Ew kiryarên ku Saddam Huseyn di 35 salan de nikaribû bikira, waliyê Kerkûkê yê tayînkirî Rakan Cibûrî di salekî de kir. Waliyê tayînkirî dixebite ku demografiya herêmê û demografiya Kerkûkê biguhêre. Armanca wî ew e ku herêmê bike Ereb.”

Talabanî got ku li Kerkûkê weka roja 16 ê cotmehê leşker desthilate. Bo xelk bajêr terk bike her cûre şiddet, êrîş û teqîn çêdibin. Ji ber van êrîşan tenê li yek taxekî Kurda 200 malbat mecbûr man ku xaniyên xwe bifroşin û bajêr terk bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin