Nîjer û Nîjerya operasyon kirin: 30 kustî

Nîjer û Nîjerya operasyon kirin: 30 kustî

PeyamaKurd- Artêşa Nîjer û Nîjeryayê bi hevre bo ser fîdyekaran operasyon kirin û di encamê de 30 kesên ku fidye dixwestin hatin kuştin. Li gor ragihandina tv ya Nîjerê; li ser sînorê her dû dewletan operasyon hat kirin û ji bilî kuştina 30 kesên fîdyekar, gelek kes jî hatin desteserkirin.

Wezîrê ewlekariyê û karên hundir yê dewleta Nîjerê Bazûm Muhamed ragihand ku artêşa her dû dewletan bi hevre operasyon kirine, ji bilî kuştiyan û desteserkiriyan, du kampên fîdyekaran jî hatine belavkirin. Wezîr operasyonê bi awayekî serkeftî binav kir û got ku wê ewlekariya sînorê her dû dewletan bêhtir bê kontrolkirin.

Kesên fîdye dixwazin, kesên girîng û karsazên herêmê direvînin û bo serbestberdana wan ji wan û malbatên wan pere distînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin