PeyamaKurd - Meclisa Mûsilê 10 roj wext dabû PKKê ji bo ku ji herêma Şingale vekişe û îro ew wext tije dibe.
Heta niha ji hêla valakirina herêmê PKKê tu malûmat parve nekirine.
Beriya niha Serokê Meclisa Wîlayeta Nînowayê Beşşar Kîkî, ragihandibû ku wek Hikûmeta Navendî ya Iraq û Meclisa Mûsilê di civîna hevkar ku hate lidarxistin de ev biryar hatin sitendin; Divê li Şingalê Avahiyên fermî bêne valakirin û PKKyiyên li derûdorê bicih bûne heta 10 rojan ji herêmê vekişin.
Kîkî wiha axivîbû: "Bicihbûna hêzên PKKê li Şingalê nayête qebulkirin. Biryara Meclisa Bajêr di vî warî de eşkere û vekirî ye. Divê PKK navçeyê biterikîne. Ji bo vê em li ser kar in û tişta ji destê bê emê bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin