Li Lubnanê alozî: Di xwepêsandanan de gelek kes birîndar bûn

Li Lubnanê alozî: Di xwepêsandanan de gelek kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Terablus ê bakurê Lubnanê xwepêşandêran avêtin ser malên endamên parlamantoyê û li ber mala Mihemed Kebarayî alozî derket.

Hat ragihandin ku di encama aloziya di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de rû daye 6 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya malpera "Lebanon On" ku dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, xwepêşandanên protestoyî li gelek deverên Lubnanê belav bûne.

Hat diyarkirin bi taybet jî piştî bilindbûna nirxê dolar li bazarên reş ku 17 hezar lîreyê Lubnanê derbas kir rewşa xelkê gelekî xirab bûye û li dijî deshilatdariyê ji ber rewşa giran a aborî xwepêşandan têne lidarxistin.

Hat zanîn ku li Qada Şehîdan a Seydayê jî pevçûn di navbera xwepêşandêran û hêzên artêşê de derketiye û di encamê de hin xwepêşandêr birîndar bûne û li ber stasyona sotemeniyê jî gule hatine avêtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin