Macron nexseya nû ya Fransayê bi çapemeniyê re parvekir

Macron nexseya nû ya Fransayê bi çapemeniyê re parvekir

PeyamaKurd- Li Parîsê serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di mijara nexşeya nû ya Fransayê de bi çapemeniyê re li ser nexşeya nû agahiyan da.

Macron di civîna çapemeniyê de behsa guherînên ku di demokrasiyê, bacê û perwerdê de bên kirin, kir. Di mijara daxwaza Êlek Zeran de daxwazên ku dertên pêş, tiştnên nû hatine kirin. Macron ragihand ku di rêvebiriyê de erka rêvebiriyên herêmê wê bê zêdekirin û di sala 2020an de, bi tevegereka nû dewam bike.

Macron behsa pirsgirêkên nexweşxaneyan, xizmeta giştî û girtina dibistanan kir û got ku wê heya sala 2022an van mijaran çareser bike. Baca hatina salane jî wê bê kêmkirin û wê baca dewlemendiyê bi paşde neynin.

Macron got ku wê bi qur’eyê navên 150 kesî tesbît bikin û ev 150 kes wê di Konseya Abdorî, Civakî û Hawirdoriyê (CESE) de bibin endam. Wekî din jî wê Konseya Bergiriya Ekolojîk bê avakirin û di konseyê de 250 kes hebin. Wê Macron di siyaseta koçberan de jî nûjeniyekî bike û di parlementoyê de li serê şiroveyan bikin û polîtîka koçberiyê ya Fransa û Awrûpayê nûbikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin