Ofîsa Sûdanî: Bafil Talebanî behsa şandina mûçeyan nekiriye

Dîroka Weşanê :
Ofîsa Sûdanî: Bafil Talebanî behsa şandina mûçeyan nekiriye

PeyamaKurd- Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtina Sûdanî û Serokê YNKê Bafil Talebanî de behsa mûçeyan nehatiye kirin.

Ev daxuyanî piştê piştî daxuyaniyên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) hat ku hatibû gotin, di serdana Bexdayê de, li ser mûçeyan nîqaş hatiye kirin, daxwaza şandina mûçeyan hatiye kirin.

Li gorî ragihandina YNKê, Bafil Talebanî ji Sûdanê re gotiye: "Mûçeyên xelkê Kurdistanê bişînin."

Ofîsa Sûdanî jî di daxuyaniyeke xwe de behsa wê serdanê kir û ragihand: Tenê rewşa giştî ya welêt hatiye nîqaş kirin.

Hate gotin: “Di civînê de behsa girîngiya piştgirîkirina projeyên ji nû ve avakirin û pêşxistina Iraqê û lezandina gavên ji bo temamkirina pêwîstiyên piştî hilbijartinan hatiye kirin.”