PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir, li herêmê metirsiyên li ser welatê wî zêde dibin û ji bo berterefkirina wan divê gav bên avêtin.
Li gor nûçeya malpera "The Times of Israel" Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant beşdarî merasima efseran bû.
Yoav Gallant di axaftina xwe ya li merasîmê da wiha got: "Metirsiyên li pêşiya dewleta Îsraîlê zêde dibin û dibe ku ji me were xwestin ku em yekitiya Îsraîlê bi taybetî pêşeroja gelê cihû biparêzin."
Gallant da zanîn ku erkên giran in, zehmetî mezin in û rastiya ku ew tê de dibînin tevlihev e. Gallant got ku dewlet, artêş û hemû saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê wê zanibin ku ji bo ewlehiya welêt îro û paşerojê li welêt çi hewce dike bê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Parastinê Yoav Gallant di demekê de ku gefên dualî yên di navbera Îsraîl, Îran û Hizbullahê de zêde dibin de ev daxuyanî da.
ÇI QEWIMÎBÛ?
Serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah di axaftina xwe ya 25ê Gulanê ya bi boneya 23emîn salvegera vekişîna Îsraîlê ji başûrê Lubnanê de got, "Îsraîl heke xeletiyekê bike ku bibe sedema şerekî mezin, wê bikeve nav çolê û helak bibe".
Serokê berê yê Ajansa Îstixbarata Leşkerî ya Îsraîlê (AMAN) Amos Yadlin jî îdia kir ku li Îranê têra uraniyuma ku ji bo çêkirina 3 heta 5 bombeyên nukleerî tê zanîn heye, wek ku Îsraîl tê zanîn. Yadlin bal kişand ser êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî hedefên Îranê yên li Sûriyeyê û wiha got: "Ev êrîş bi giranî rê li ber hewldanên Îranê yên ji bo avakirina xwe ya leşkerî li Sûriyeyê girtin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin