Mesrûr Barzanî sipasiya xelkê Kurdistanê kir

Mesrûr Barzanî sipasiya xelkê Kurdistanê kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema berlêgirtina koronavîrusê û îta’ata xelkê Kurdistanê bo fermanên berlêgirtinê, sipasiya xelkê Kurdistanê kir. Barzanî di peyama xwe ya di televîzyonê de, daxwaza tehemula xelkê kir û got ne yek carekî lê gelek caran ew tûşê zilm û zor û tadeyê hatine lê her biserketine.

Barzanî, daxwaz kir ku biryarên an ku fermanên hukumet û wezareta tenduristiyê bişopînin û li pey wan fermanan herin da barê wan yê li hemberê koronavîrusê sivik bibe. Barzanî ragihand ku raste ev tedbîr tadê li aboriya herêma Kurdistanê dike lê encamên ziyanên canî dê kêmtir bin û ev jî gelek girîng e. Li welatên din bi sedan kes jiyana xwe bi sedema koronavîrusê dane lê li Kurdistanê tenha di 28 kesan de ev vîrûs hatiye dîtin û tenê yek kes jiyana xwe ji dest daye.

Barzanî ragihand ku heya karibin bila Kurdistanî, derneyên derve û wê ev yek bo berlêgirtina nexweşînê dê rêyeka herî baş be.

Hukumeta herêma Kurdistanê û wezareta tenduristiyê biryar dabû ku xelkê bajarên Hewlêr û Silêmaniyê bo 48 sietan dernên derve û seferên navbera bajarên Kurdistan û Iraqê jî qedexe kiribûn. Niha her Kurdistaniyekî rîayetê li van birayar dike û berlêgirtina nexweşînê ji aboriyê girîngtir e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin