TRTê di 20 rojan de 41 seetî cih daye AKPê!

TRTê di 20 rojan de 41 seetî cih daye AKPê!

PeyamaKurd- Li Tirkiyê xebatên hilbijartina 24ê Hezîranê bilez berdewam dikin. Lê belê televîzyona dewletê zêde cih dide AKPê û kêm cih dide wan partiyê dî.

Li Tirkiyê di 24ê Hezîranê de ji bo Serokomariya Tirkiyê hilbijartin wê bê kirin. Ji bo serokomariyê 6 namzet hene. Lê belê ji bo propaganda û xebatê, şertên hemî namzetan ji hev cuda ne.

Serokomarê niha Recep Tayyip Erdogan hemî îmkanên dewletê ji xwe re bi kar tîne. Jixwe qismê giran ê çapemeniya Tirkiyê di bin bandora wî de ye. Êdî televîzyona dewletê jî zêde meyla wî dike. Partiyê dî jî di çapemeniyê de kêm cih dibînin. Lewra çapemenî nêzîkî îqtîdarê ye.

Namzetê HDPê Selahattin Demirtaş jixwe di girtîgehê de ye û ji binî nikare derkeve çapemeniyê. Tenê li ser twitterê û bi alîkariya parêzerên xwe carinan hinek mesajên xwe parve dike.

Di navbera 1 û 20 Gulanê de Televîzyon û Radyoya Tirkiyê (TRT), ji AKPê re 41 seet û 18 deqîqe veqetandiye.

Ji CHPê re 4 seet, ji İyi Partiyê re 9 deqîqe veqetandiye.

Jixwe HDP û SP ji binî di TRTê de xuya jî nekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin