PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed îro 16ê Hezîranê piştî civîna polîtbûroyê ya bi Mesrûr Barzanî re, li ser namzedên partiya xwe yên kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyanî da.
Mehmûd Mihemed ji rojnamevanan re da xuyakirin ku bi piştrastî PDK dê pişka xwe ya di kabîneya nû ya hikûmetê de, berî temambûna dema yasayî ya pêkanîna hikûmetê pêşkeşî Mesrûr Barzanî bike.
Mihemed derbarê wezîrên niha yên PDKê di kabîneya berê de ku di kabîneya nû de jî bimînin yan nemînin got, ev mijar dê bimîne ser guftûgoyan û pişka PDKê ya hikûmetê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin