PeyamaKurd – Amerîka û Îran li ser xalên rakirina dorpêçên bo enerjî, banka û lîmanan lihevkirin. Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi mijara lihevkirinê ragihand.
Arakçi bo televîzyonan ragihand ku ew bi Amerîkayê re li ser 3 xalan lihev kirine û weha got:
“Em li ser dorpêçên di lîstê de ne, gihane encameka hevpar lê wê kîjan dezge û nav bin, bo tesbîtê hevdîtinên me dewam dikin.
Hevdîtin kirin ku babet zelal bûn. Niha em li ser metnan hûr bûne. Gelek babetên me yên hevpar hene lê em nikarin bêjin em ê kengê bigihên encamê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin