PeyamaKurd - Li paytexta Somaliyê Mogadişuyê di teqînekê bombeyî de 30 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Li nêzîkî Navenda Gumrikê ya Mogadişuya Somaliyê dema otobêzeke xwendekaran di wir re derbas dibû wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û li gorî zanyariyên di wê bûyerê destpêkê 7 jê xwendekar 30 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin ku li mal û kargehên nêzîkî buyerê jî zirar û ziyeneke mezin a madî çêbû. Nêzîkî 40 kesên birîndar bi ambulansan rakirina nexweşxaneyên derdorê û niha têne dermankirin.
'Hejmara kuştiyan zêdetirî 90î ye'
Endamê Parlementoyê Mogaişuyê Abdirizak Mohamed ragihand ku hejmara kuştiyan zêdetirî 90î ye.
'2 tirk jî di wê êrişê de mirin'
Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê medya civakî êriş şermezar kir û da zanîn ku di wê êrişê de 2 tirk jî hatine qetilkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin