PDK bibiryar e: Hilbijartin dê di wextê xwe de bê kirin

PDK bibiryar e: Hilbijartin dê di wextê xwe de bê kirin

PeyamaKurd - Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweyîlî ragihand ku, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de bê kirin û paş nakevin, ku PDK ev yek bi zelalî ji hemû partiyên siyasî re gotiye. Herwiha derbarê rêkeftina Kurdan ligel aliyên Iraqî ji bo avakirina hikûmeta Iraqê, tekez kir ku PDK û YNK li Bexdayê hewl didin ku bibin hevpeymanê wî aliyê ku mafên Kurdistanê nas dike.

PDK serdana partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û ji wan re gotiye, hilbijartin dê di wextê xwe de birêve biçin.

Derbarê vê pirsê, Hoşyar Sîweylî ji malpera PDKê re ragihand: “Hilbijartin dê di wextê xwe de birêve biçin û bi ti awayekî nayên paşxistin. Ev helwesta fermî ya PDKê ye. Goran daxwaz ji PDKê kiriye ku hilbijartin neyê kirin. PDK rijd e li ser helwesta xwe ku hilbijartin bê kirin, ji ber ku beriya niha hilbijartin 2 caran hat paşxistin. Pêwîst e hikûmet û parlamentoya Kurdistanê bên nûkirin.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Hilbijartin proseyeke demokratîk e û em fêm nakin ew partiyên siyasî yên ku dibêjin em daxwaza demokrasiyê dikin, çawa dijatiya hilbijartinan dikin. Lewra çawa be jî pêwîst e hilbijartin di wextê xwe de bê kirin. PDK ew yek bi zelalî ji hemû partiyên Kurdistanê re gotiye.”

Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî, Sîweylî wiha got: “PDK û YNK daxwazên Kurdistanê gihandine aliyên siyasî yên Iraqê. Kîja alî jî itîrafê bi mafên Kurdistanê bike, emê bibin hevpeymanê wî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin