PeyamaKurd - Di mijara Sûriyê de rêkeftin û hemahengî di navbera Rûsya û Tirkiyê de heye, lê berjewendiyên herdu welatan li Sûriyê gelekî ji hev cuda ne. Gelek nakokî jî di navbera wan de hene.
Piştî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li ser Îdlibê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bal kişand ser deverên rojhilatê Çemê Firatê û cihên ku ew pêşniyar dike deverên ewle lê bên avakirin.
Çavkaniyeke dîplomatîk ji rojnameya Rûsî “Izvestiya” re ragihand ku pêşniyara Serokkomarê Tirkiyê di berjewendiya Moskovayê de ye, lê Rûsya rasterast piştgiriya Eneqerê nake û dê bêalî be, ji ber di gelek mijaran de, berjewendiyên herdu welatan li Sûriyê ji hev cuda ne.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî ev gotin piştrast kiribû û got, herçiqas niha Moskova, Enqere û Tehran li nav Sûriyê ji bo jinavbirina terorê ligel hev kar dikin, lê ji sedî sed berjewendiyên wan ne wek hev in.
Sergey Lavrov jî wiha got: “Belê ji sedî sed, li Sûriyê armancên me ji yên Tirkiye û Îranê cuda ne, heta armancên me ligel Tirkiyê ji yên Îranê gelekî zêdetir ji hev cuda ne. Lê di vê pêvajoyê de em li ser tekoşîna xwe ya dijî terorê û pêkanîna diyaloga siyasî ku di navbera aliyên Sûrî de dest pê bike, alîkar in, ew jî bi mebesta ku xelkê Sûriyê bi xwe derbarê paşeroja xwe de biryarê bidin û bi hev re kar bikin û encamên wê jî diyar in.”
Heman çavakanî dibêje,rastiyek heye û ew jî ew e ku Washington bêyî Kurdan nikare li Sûriyê bimîne û herwiha Moskova jî naxwaze di warê leşkerî de Amerîka bi piştgiriya Kurdan li Sûriyê bihêz bibe û egere Tirkiyê dijî hêzên Amerîka piştgiriya wan dike operasyoneke leşkerî bide destpê kirin ew ê di berjewendiya Moskova û Şamê de be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin