PeyamaKurd - Parêzgarê Musena eşkere ki ku gelek gorên bikom ên din li bîyabana Semawe hene û daxwaz ji hikumeta Herêma Kurdistan kir berdewam bin li ser karê bi hev re û hebûna hevahengîyê daku bikarin tevaya gorên bikom vekin.
Parêzgarê Musenayê Ehmed Menfî ji K24ê re gotiye: “Peyama min bo birayên min li Herêma Kurdistanê û gelê me yê Kurd. Xudayê mezin nexweşîyên we bi padaşt binivîse, temen dirêjîyê bide kesên mayî. Pêwîste li ser we û li ser ku ev xwîna hatîye rijtin ji bîr nekîn. Ev xwîn pîroze, her dema ev xwîn û navê enfalan were bîra me, pêwîste hevsoj bin bo evan gorên bikom.”
Menfî wiha axivî: “Peyama dûyem jî eve, ne tenê yek gorê bikom lê bi dehan gorên bikom li deştên Semawe hene ku rufatên birayên me yên Kurd tê de ne. Daxwazê ji hikumetqa Herêma Kurdistanê jî dikim, alîkarê me bin bo vedana gorên bikom. Çunku evî karî pêdivî bi karê hevpişk e û bi tenê nayê encamdan. Me divêt bi hev re bicivin bo yek armancê, ew jî vedana goran e û xizmetkirina kesûkarên wan e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin