Parlamana Kurdistanê roja Çarsemê dicive

Parlamana Kurdistanê roja  Çarsemê dicive

PeyamaKurd – Biryar e roja Çarşemê (13.11.2019) Parlamentoya Kurdistanê bicive û yek ji bernameyên karê parlamentoyê pejirandin û bawerîdayîna serok, cîgir, biryarder û endamên lijneyên daîmî yên nû ne.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê fraksiyona PDKê Çiya Hemîd Şerîf got: ‘’Divê heya berî civîna Parlamentoya Kurdistanê ya roja 13.11.2019an  fraksiyon li ser navên cîgir, biryarder û endamên 4 lijneyên nû bigehin rêkeftinê û navan radestî desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bikin.’’


Hemîd herwiha got: ‘’Roja Çarşemê Parlamentoya Kurdistanê dicive û yek ji bernameyên kar jî bawerîdayîna bi serok, cîgir, biryarder û endamên 4 lijneyên nû ne û navê wan lijneyane jî nû ye û li gor rêkeftina fraksiyonan, serokên wan hatine zelal kirin û ew lijne jî navên wan waha ye:

  • Lijneya Navxwe, serokê wê ji Tevgera Gorran e.
  • Lijneya Karûbarên parlamentoyê, Serokê wê ji Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ye.
  • Lijneya Berhemanînê, serokê wê ji YNKê ye. Lijneya Karûbarên Jinan, serokê wê ji PDKê ye.

Li gor Peyrewa Navxwe ya Parlamana ku hat nûjenkirin û sererastkirin, lijneyên daîmî hejmara wan 15 lijne bûn, lê hate zêdekirin û bûn 19 lijneyên daîmî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin