Ji ber haqaretê li Mustafa Kemal Ataturk kir wî xistin zîndanê

Ji ber haqaretê li Mustafa Kemal Ataturk kir wî xistin zîndanê

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Erzeromê kesê bi navê Mustafa Atmaca bi sedema li ser hesabê xwe yê medya civakî li damezrênerê dewleta Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk heqaretê kiriye, hêzên asayîşê wî xistin bin çav.

Piştî îfadê li baregeha asayîşê, Mustafa Atmaca birin dadgehê û dadgeh bi sedema heqareta li Ataturk biryara zîndanîkirina wî da.

Li Tirkiyê di wexta desthilata Adnan Menderesê ku dewletê wî û hevalên wî îdam kir, di sala 1951an de qanûnekî derxistibû û herkesê ku heqaretê li Mustafa Kemal Ataturk bike, ji salekî heya 3 salan cezayê zîndanê dikarin bidinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin