PeyamaKurd - Pavêl Talebaniyê firoşkarê Kerkûkê û kurê Celal Talebanî got: "Em ji malbatên şehîdan dixwazin ku ji ber kêmasiyan li me biborin û ji bo xeletiyên me jî me bibexişînin."
Pavêl li Silêmaniyê li ser navê YNKê pêşwazî li malbatên Pêşmergeyên şehîd kir û polîtîkaya xwe li ser xwîna şehîdan bi heman şêweyî domand.
Pavêl Talebanî îdîa kir ku, "YNK bi xwîna şehîdan hatiye avdan û loma jî têk naçe."
Talebanî hîç behsa Kerkûk, karesata bi ser xelkê wê deverê ve hat û Pêşmergeyên li wê derê şehîd bûn nekir.
Lê belê bi giştî ji malbatên şehîdan ên ku ew ziyaret kirin daxwaz kir ku ji ber xeletiyên wî û YNKê wan efû bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin