Li Efîrnê zext û zora opozîsyonê didome!

Li Efîrnê zext û zora opozîsyonê didome!

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê, çar Kurd ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatin revandin.

Zext û zora çekdarên opozîsyona ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li ser Kurdên Efrînê dewam dike.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan ya li Efrînê, çekdarên rêxistina El-Hemzeyê 4 welatiyên ji Efrînê revandine. Ji van 4 kesan yek jê keçik e. Navê keçikê jî Emel Omer Husên e û li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê hatiye revandin. Yên dî jî yek jê dikandarek e û navê wî Xelîl Mihemed e û li Taxa Mehmûdiyê hatiye revandin. Navên her du xortên dî jî Eymen Hemdoş û Ezo ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin