PDK dest bi hevdîtina partiyên siyasî dike

PDK dest bi hevdîtina partiyên siyasî dike

PeyamaKurd – Berdevkê PDK ê Mehmûd Muhammed ragihand ku wê PDK bi partiyên siyasî yên Kurdistanê ji bo kêmkirina gengeşeyan û li ser cudahiyên navbera partiyan biaxifin, dest bi gera seredanên partiyan dike. Mehmûd Muhammed weha got:

“Siba û bi şûnde em ê dest bi hevdîtinên partiyan bikin. Partiya yekem wê Yekgirtûya Îslamî be.”

Bi deh salaye ku di navbera PDK ê û YNK ê de li ser gelek mijaran cudahî hene. Serokê YNK Bafil Talabanî li ser mijara hevkariya partiyan û li ser mijarên hevpar li bajarê Silêmaniyê li navça Dukanê bi partiyan re hevdîtin kiribû lê PDK ê dawet nekiribû.

Li ser babeta hevdîtina PDK ê û YNK ê Muhammed ragihand ku PDK amade ye bi YNK ê re bicive, bi YNK ê re têkilî danîne lê heya niha ji YNK ê bersiv nehatiye.

Bafil Talabanî ragihandibû ku ji bo pirsgirêkên di navbera PDK û YNK ê de li çareseriyê digerin û sîstema niha weka sîstema duqolî binav kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin