PeyamaKurd – PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê) li ser koça dawî ya endamê polîtburoya PDK ê Dr. Roj Nûrî Şawêz peyama sersaxiyê belav kir. PDK ê di peyamê de got ku bavê Dr. Roj Nûrî Şawêz jî ji xelkê Silêmaniyê û ji malbateka naskirî û hem endamê polîstburoya PDK ê bû. Li gor ragihandina PDK ê; diya Şawêz Nahîde Şêx Selam jî yek ji endama navenda PDK ê bû û rola malbatê di şoreşa Êlûn û Gulanê de gelek mezin bû.
Di peyamê de hat ragihandin ku Dr. Roj Nûrî Şawêz di sala 1962 an de tevlî refên Pêşmerge bûye û di sala 1971 an de li Zanko ya Mûsilê beşa endazyariyê qedandiye. Dr. Roj di sala 1979 an de bûye endamê komîta navendî ya PDK ê û mirovekî zana û entellektuel bû. Di sala 1983 an de bûye endamê mekteb siyasiya PDK ê.
Di navbera salên 1987-1988 de, di şerên li hemberê rejîma Baasê, di destanên weka Xakurk, Kanî Masî, Dêrelûk û Bamernê de serpereştiyê kiriye. Di peyamê de hat gotin ku Dr. Roj di pêvajoya şerê li dijî DEAŞ ê de roleka wî ya berz hebûye, di dîplomasiyê de kesayetiyekî serkeftî û di nêzîkkirina terefên Kurdistanê de roleka mezin leyîstiye.
Şaweys her weha di raperînê de xwediyê roleka girîng bûye. Di peyamê de bo malbata Şawêz, mirovên wî, bo serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û kadroyên PDK ê sersaxiyê xwestiye. Di peyamê PDK ê de hinek behsa wezîfeyên ku Dr. Roj girtiye ser milên xwe kiriye û ew jî wehanin:
-Endamtiya Konseya Netewî ya Kurdistanê (1992)
-Cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê (1993)
-Serokwezîrtiya Herêma kurdistanê (1996)
-Serokatiya Konseya Netewî ya Kurdistanê (1999)
-Cîgirê serokkomarê Iraqê (2003)
-Cîgirê serokwezîrê Iraqê (2005)
-Endamtiya Konseya serokatiya PDK ê (2010)
Dr. Roj Nûrî Şawêz her weha xwediyê xelata an ku madalya Nemir Barzanî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin