PeyamaKurd- Piştî civna ku duh li Hewlêrê rêvebirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser asta lijneyên hilbijartinê hatin cem hev, di derbarê encama civînê de agahî hatin parvekirin.
Li gorî agahiyên ku di derbarê civînê de bi rêya daxuyaniyeke hevpar hatin ragihandin, herdu aliyan diyar kir ku wan li ser çawaniya lidarxistina hilbijartinên pêşwext li hev kirine.
Hat diyarkirin ku di encama pevguhertina nêrînan de li ser madeyên di derbarê sererastkirina yasaya hilbijartinan û ji nû ve çalakkirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê de li hev kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Biryar e ku di rojên pêş de bi heman mebestê careke din alî bicivin û bigihîjin rêkeftina dawî."
Hat zanîn ku herdu alî li ser awayê hilbijartinan û hemahengiya ligel komîsyona hilbijartinên Iraqê, ji bo sûdwergirtina ji lîsteyên dengderên Herêma Kurdistanê li hev kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin