Pereyên nû yên Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê jî têne şandin

Dîroka Weşanê :
Pereyên nû yên Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê jî têne şandin

PeyamaKurd- Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir El-Hesriye ragihand ku wan ji bo belavkirina diravê nû li Rojavayê Kurdistanê û başûrê Sûriyeyê planeke berfireh amade kiriye.

El-Hesriye diyar kir ku wan bi aliyên herêmî û îdarî re hevahengî kiriye da ku meaşên karmendan ji meha bê ve bi pereyên nû werin dayîn. Ji bo gihandina ewle ya diravî, navendên guhertinê yên pejirandî û amûrên veguhastinê yên taybet hatine dabînkirin.

Mekanîzmeya guhertina pereyan

El-Hesriye da zanîn ku Banka Navendî dê çavdêriya bazaran bike da ku bazirgan nirxan bilind nekin û hêza kirînê ya welatiyan were parastin. Derbarê guhertina mîqdarên mezin ên pereyên kevn de, hat diyarkirin ku dê sînorekî diyarkirî hebe ku rê bide guhertinê bêyî lêpirsîna li ser çavkaniya wan. Her wiha hemû pereyên kevn dê bi awayekî ewle werin komkirin û veguhastin xezîneyên Banka Navendî yên li Şamê.