PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêza Zêrevanî ya Pêşmergeyên Kurdistanê, 65 kîlo teqemeniya cûreya TNT ku PKKê li ser rêya Amêdî – Dêrelokê çandibû rakiriye û ji nav biriye.
Jêderekî ji hêza Pêşmergeyên Zêrevanî ji K24ê re gotiye: “Çekdarên PKKê TNT di rêya Amêdî – Dêrelokê de çandibû, tîmeke endezyarî ya Pêşmerge jî ew rakir û ji nav bir.”
Jêderê Pêşmerge destnîşan kir, “65 kîlo TNT bi awayekî kontrolkirî hatibû danîn.”
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî li wê deverê TNT û bombeyên vedayî yên PKKê li ser rêyên welatiyan çandibûn hatibûn dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin