Biryara bêyî ti pêsmercan hevdîtina sandên Rûsya û Ûkrayna hat dayîn

Biryara bêyî ti pêsmercan hevdîtina sandên Rûsya û Ûkrayna hat dayîn

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di roja 4emîn a êrîşa artêşa Rûsyayê de, her du aliyan qebûl kiriye li ser sînorê Belarûs-Ûkraynayê yekem hevdîtina bo agirbestê pêk bînin.

Li gorî zanyariyên medya Ûkraynayê hevdîtina yekem bêyî ti pêşmercan hatiye qebûlkirin û hevdîtin li bajarekê nêzîkî sînorê Belarus-Ûkrayna dê were kirin.

Serokê Ûkraynayê Volodimîr Zelensky îro danê sibehê red kiribû ku muzakere li paytexta Belarûs Minskê bêne kirin û çend bajarên wekî Baku, Varşova, Baku û Bartlinska ji bo hevtîna şandan pêşniyar kiribû.

Li gorî zanyariyan piştî biryara hevdîtina şandên Rûsya û Ûkraynayê, di pêwendiyeke telefonî de serokê Belarûsê garantîya ewlehî û parastinê daye şanda Ûkraynayê.

Pûtîn fermaneke metirsîdar a amadebaşiyê da artêşê!

Îstixbarata Ûkrayna malpera navên leşkerên rûsî yên kuştî û mikurhatinên dîl

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin