PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bajarokê Xeranîc li rojhilatê Dêrezorê, 12 ciwan girtin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, li bajarokê Xeranîc li rojhilatê Dêrezorê, HSDê 12 ciwan girtin, ku berî çend rojan beşdarî şerekî hozgeriyê di navbera 2 malbatan de bibûn ku di encamê de zarokekê û jinekê can dabûn.
Herwiha hevdem, li bajarokê Şihêl li rojhilatê Dêrezorê, HSDê 3 ciwan girtin, ku heta niha sedema girtina wan nehatiye zanîn.
Li bajarokê Şihêl di 13ê vê mehê de jî, HSD girt ser çend belemên qaçaxiyê li nav çemê Firatê, ku xelk û kelûpel ji navçeyên HSDê vediguhestin navçeyên Hikûmeta Sûriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin