PeyamaKurd - Dema serîlêdanê ji bo hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdsitanê bidawî bû. Serokê Herêma Kurdistanê dê li parlamentoyê were hilbijartin.
Serokê Koma Eniya Turkmanî Aydin Maruf diyar kir ku Barzanî namzedê wan e jî, “Nêçirvan Barzanî ne tenê namzedê PDKê ye, bi taybetî namzedê hemû aliyên rêkkeftî ye. Em wekî pêkhateyên turkmanî em dê piştgiriya Nêçîrvan Barzanî bikin.”
Serokê Koma PDKê Umêd Xoşnav jî derbarê mijarê de ji medyaya Kurdistanê re axivî û da zanîn:
”CVya Nêçîrvan Barzanî radestî parlamentoyê hat kirin. Em hêvîdar in aliyên siyasî pabendî rêkeftinê bimînin û bi vî rengî Serokê nû yê Herêma Kurdistanê hilbijêrîn.”
Parlamenterê PDKê Heriş Hesen jî got, “PDK û YNKê rêkeftineke siyasî pêk anî. Rêveberiya Partiyê (PDK) çi biryarê bide Yekîtî (YNK) jî dê wê biryarê bide.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin