PeyamaKurd – Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Lijneya Perwerdeya Parlamentoyê û Yekitiya Mamostayên Kurdistanê, bi armanca guftûgokirina çarenivîsa proseya xwendinê, îro dicivin.
Serokê Lijneya Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulselam Dolemerê diyar kir, îro 07.04.2021ê di saet 14:30yan de, wek Lijneya Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolînên zanistî li Parlamentoya Kurdistanê û Yekitiya Mamostayên Kurdistanê, li ser daxwaza Wezareta Perwerdê ji bo biryardayîna çarenivîsa xwendinê em ê bicivin.
Dolemerê herwiha da zanîn, em naxwazin mamosta û xwendevanan bixin metirsiyê û eger tu rêçareyek nebe, wek naçarî hemû xwendin dê bibe sîstema elektronîk, lê mekanîzmayekî bihêztir em baş dibînin ku hebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin