PeyamaKurd- Tirkiye bo 30 helîkopter bifroşe Pakistanê peymana firotinê bi Pakistanê re îmze kirin. Helîkoptera bi navê T129 ATAK, bo demeke dirêje ku di navbera her dû dewletan de bazara wan têkirin. Di dîroka sanayiya parastinê de, ev miqdarê herî zêde ye ku di yek carekî de tê firotin.
Li gor ragihandina wezareta serokatiya sanayiya parastinê; şîrketa sanayiya hewayî û fezayiyê ya Tirkiyê (TUSAŞ) û wezareta Pakistanê ya Hilberîna Parastinê, ev demeke dirêje ku bo 30 heb helîkopteran bazarê dikirin û niha encam da. Bi firotina helîkopteran re jî lojîstîk, perçe, perwerde û muhîmmat jî di nava peymanê de bi berfirehî hene.
Helîkopter li gor şertên zor yên îklîm û erdnîgariyê hatine bipêşxistin. Di heman demê de ya êrîş û kişfên taktîkê ye. Li Pakistanê di hemû testan de biserketine û şiyanên wê yên tevger û sîstema sîlihan gelek başe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin