PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Hêmin Hewramî, pêşwaziya Konsulê Fransayê yê Herêma Kurdistanê kir. Di civîna hat kirin de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Dr.Hêmin Hewramî di hevdîtina ku bi Konsulê Fransayê Olivier Decottignies re hat kirin de got, ‘’Hilbijartineke zelal û serkeftî, mafê xelkê Kurdistanê ye û berpirsiyariya siyasî û yasayî li ser milên me hemû aliyan e da ku hilbijartin bi ser bikeve.”
Hewramî da zanîn ku divê parlamento erka xwe ya yasayî di çarçoveya demokratîk de pêk bîne da ku hilbijartin bi paş nekeve. Dr. Hêmin Hewramî bi berdewamî got ‘Divê di navbera firaksiyon û aliyên siyasî de lihevkirin û jihevtêgihîştin çêbibe da ku nêzîkkirina fikir û ramanên cuda hebe.
Hat ragihandin ku piştgiriya berdewamî ya Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê jî di asteke berze de hatiye hatiye nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin